Xwezî... Xwezî te bizanibûya rojên bê te çiqas zor in çiqas dijwar in xwezî te halê min ê belengaz bidîta eywax lê eywax ji dlê min ê belengaz re hezar car eywax dilo dilo tu yê jî wisa biketa derdê evînê derdê hesretê tu yê jî wisa bigiriya xwe bavêta bextê zalimekê tu yê jî bibûya koleyê çavên xweşik û nazenîn tu yê jî bibûya êsîrê bêhna wê ya kujerî eywax li min eywax ji dilê min ê belengaz re hezar car eywax dilo dilo gidîno dilo te yê jî wisa êş û azar bikişanda tu yê jî biketa nava kul û derdan êdî nikarim bê te bijîm were dengê dilê min ê belengaz were min tenê nehêle were min bê xwe nehêle gidî gidî xezalê gidî gidî delalê gidî gidî nazdarê were min bê xwe di nava êş û eleman de nehêle nehêle… were… Helbest:Occo Mahabad