Helbest :Occo Mahabad Xwendin : Bilal Akbaş Çiya Ji pirtûka Dem http://occomahabad.wordpress.com/
https://www.instagram.com/occomahabad/
Çiya
Ev çiya ne rûpelek e Tu nikarî Li gor dilê xwe Bi qelemekê xêz bikî Tu hêz nikare Serê wî çiyî bitewîne Ev çiya ne keştiyek e Tu nikarî Berê wî bidî ber bayê Ev çiya Çiyayê qaçaxçiyan e Rê kevir in Bêdar in Bêdor in Çûyîn û hatin Bi mirinan diwestin. ..
Hêyy bavo Dengê bilûrên şevê Bi hespên qemer diaxivin Hêyy bavo Ev çiya kalemêr e Tofan e Birûsk e Bager e mêr e şêr e Qîzaniya bûkan didize bi hêviyan Rondikên kuran dipêçe bi hesretan Salên kal û pîran dialêse bi xizaniyan Sebrên dayik û bavan dikuje bi zayînan Qêrînên zarokan dixeniqîne bi fermanan
Ev çiya Çiyayê qaçaxçiyan e Çûyîn û hatin Di navbera jiyîn û mirinê de îmana xwe dide Dengê wî çiyî baş guhdar bike Ev çiya çiyayê qaçaxçiyan e Xwe dikuje Dîsa jî serê xwe li ber zaliman natewîne Ev çiya çiyayê Kurdan e Bi xwîn e Bi girîn e Bê gor û dost e Xwe dikuje Dîsa jî serê xwe li ber zaliman natewîne... Occo Mahabad