https://www.facebook.com/pages/Occo-M... Bi xêra Xwedê...
Çi dibe bi xêra Xwedê deriyên dergehê xwe veke. Veke,ez ê wekî feqiyekî nû û ecemî der û dora warên te tewaf bikim bi navê eşqa Xwedê. Veke,ez ê nimêja evînê bikim bi awirên te bi azana sibehê ve. Veke,ez ê wekî evdekî gunehkar û windabûyî xwe bavêjim ber bextê te bi zikîrên xwenenas û serxweş ve. Veke,ez ê diayên giran û giranbiha bikim ji bo maçên germ û wehşî ji bo kenên ecêb û xweşik. Çi dibe bi xêra Xwedê Ev rihê min ê gunehkar û rêderketî bi hembêza xwe bi germahiya xwe bipêçe. Çi dibe bi xêra Xwedê deriyên dergehê xwe veke..... Helbest: Occo Mahabad