Rondikên Binevşê Tenêtî ye li benda dilekî di nava odeyekê de .. Rondikên Binevşê Hesret in Li benda destekî Di nava şerê evîna xwe de.. Rondikên Binevşê Êş in nifir in sebir in Di nava bêkesiya min de Di nava tenêtiya xwe de.. Rondikên Binevşê xewnek e Mirovek digere Di paşila xwe de Di nava tariyê de Ger bibîne Bêhna dev û lêvên wî dikişîne.. Nebîne Wekî tesbîhek Ax û waxan dikişîne.. Rondikên Binevşê ez im Bi hemû zilimkariya xwe ve Ez:tênêtiya wê Ez:hesreta wê Ez:êşên wê Ez:hêviyên wê Ez:evîna wê Ez:dil û canê wê Ez:jiyîn û mirina wê Ez ji herkesî xedart ir ez Ez ji herkesî xerabtir ez Ez ji herkesî bêxêr ez.. Rondikên Binevşê ez im.. EZ.. Helbest:Occo MAHABAD