Helbest:Occo Mahabad Xwendin:Zerdeştê Kall Gewrêêêêêê… ji min re nebêje êş çi ye êş tu yî tu… biçim ku derê êşên te hene tu heyî biçim ku derê êşên te êş didin min… Gewrêêêêêê… ji min re nebêje birîn çi ye birîn tu yî tu… biçim ku derê birînên te hene tu heyî… biçim kuderê birînên te min dixeniqînin…
Gewrêêêêêê… Êş bûye dengek Deng bûye talanek Rihê min diêşîne Min bênasname dihêle Êşşşşşşşşş… Êşek ketiye canê min Min parçe parçe dike Êşşşşşşşşş… Gewrê bila rindiya te serê te bixwe Diçim nabe Disekinim nabe Têm nabe Dikenim nabe Digirîm nabe Çi dikim nabe Gewrê Gewrê bila rindiya te serê te bixwe…
Gewrê biçim kîjan bajêr Wekî kûçikekî beredayî Wekî kûçikekî bêxwedî Têm qewirandin Têm perçiqandin Her bajar hesabê tenêtiya te ji min dipirse Ciwanek navê te diqîre Wekî tolazan qeşmeriyan dike Zarokek behsa çavên te yên hûrik hûrik dike Her bajar qala kenên te yên kevokî dike Her bajar bûye dijminê min Yekî şeqamek li rûyê min xist Heta ku min bide girînê Bi têra xwe li min xist Bi kenên devgilêz Sekinî û çû… Qibraxek di nava bênamûsiyê de Di nava bêexlaqiyê de Behsa delaliya eşqê dikir Lê ne xema min bû Kî bênamûs an jî bêexlaq bû Bajarên durû yên wekî sofiyên gunehkar durû jî Hesabê tenêtiya te ji min dipirsin…
Ax Gewrê Gewrê Xwedê te nehêle Ew bajar çi ji min dixwazin Çima min rehet nahêlin Biçim kîjan bajêr Wekî kûçikekî beredayî Têm qewirandin Têm perçiqandin… Murîdekî belavokên cemaetekê belav dikir Li ser nivîsandibû -Kûçîkek Gewrê terikand- Qêriyam Bawer nekin-derew e Hatim şermezarkirin “Kewaşe-pêxas-bêşerm-bêmîrat-qûşxane-qeşmer….’’ Ax Gewrê Gewrê Rindiya te bikeve bin erdê Her bajar bûye murîdên te Murîdên te tû dikin rûyê min… Kalek bi kufiran bi min re xeber da Te dît Kew xwe dikujin Her saet kewek xwe dikuje Şerm bike rezîl Te çawa Gewrê tenê hişt Gewrê kew jî hesabê tenêtiya te ji min dipirsin Kew jî bûne dijminê min Her roj kew xwe dikujin…
Jinek xwe avêt ber lingên min Kincên xwe çirand Xwe tazî kir Min berê bawer nekir Rûyê wê Weke rûyê te bû Memikên wê Weke memikên te bûn Bedena wê Weke bedena te bû Biçim kîjan bajêr jin xwe tazî dikin jin bi laşê te digerin Jin porên xwe jê dikin Her jin bêhna te tîne Dîn dibim Bi kenên te dikenin Rezîl dibim Bi awirên te dinêrin Şaş û metel dimînim Biçim kîjan bajêr qala maçên te dikin Biçim kîjan bajêr hêstirên çavên te nîşanî min didin…
Off off offf Gewrê Bila rindiya te serê te bixwe Bila çavên te birijin Biçim kîjan bajêr Wekî kûçikên beredayî Wekî kûçikên bêxwedî Têm qewirandin Têm perçiqandin Her bajar hesabê tenêtiya te ji min dipirse…. Her bajar strana ku min ji te re nivîsandibû distrê… “Ax Gewrê Gewrê tu nabî bûka dilê min Gewrê şerek qewimî li pişt çiyayê qerejdaxê Mal û milk bûn wêran Gewrê Gewrê Gewrê dil avêt Gewrê Gewrê Gewrê şer çêbû Gewrê Gewrê Gewrê te mala min şewitand Gewrê…” Helbest:Occo MAHABAD