Çavmorîkê Veqetînek bû evîn Çavên girî Esmanên bêdawî Rêyên dûr bûn Dizanim Dawiyê Her rê digihîşt destên te yên biçûk Her hesret di hembêza te de bi dawî dibû Tu digiriya Min hêstirên çavên te vedixwarin Te nifir dikirin Ez dikeniyam Helbest:Occo Mahabad