Helbest :Occo Mahabad Xwendin : Occo Mahabad Dem Paşê min fêm kir ku Eşq jî diguhere û diqede wekî her tiştî Bi tenê êş dimîne. Paşê min fêm kir ku Kesên ku dibêjin ez naçim Beriya herkesî diçin Kesên ku bêriyên destên we êş û azar dikişînin Êdî we nas nakin.. Hûn dîsa wekî zemanên berê tenê dimînin Bi tenêtiyan rojên xwe derbas dikin Dibînin ku Kesek dengê we nabihîse û napirse Kesek nemaye Ii pey we rondikan birijîne.. Paşê min fêm kir ku Jiyan didome Êş bidome jî hêdî hêdî sivik dibe Û hûn wekî her tiştî diguherin Êş diguhere Birîn diguhere Dem diguhere… Dem derbas dibe hinek êş kûr dibin Dem derbas dibe hinek birîn baş dibin Lê ya rast Tu kes nizane Dem çi tîne û çi dibe Tu kes nizane dê çi nîşanî we bide... Occo Mahabad