Eşq çi ye dosto? Eşq helbestên şairekî ye Êş dikişîne qelema wî Xwîn diherikîne kaxizên wî Qelem ji êşan dikene Kaxiz ji xwînan digirî…
Eşq çi ye dosto? Eşq di destê karkerekî de Kedên rojane ye Ew ked dibe nan Tê li ber zarokên wî Karker şa dibe Zarok bextewar dibin…
Eşq çi ye dosto? Eşq aştiyek e Dayik dikevin aramiyekê Bi mirinan natirsin Li benda kuştina zarokên xwe namînin Bi tirs û xofan najîn…
Eşq çi ye dosto? Eşq hesret e Di navbera du evîndaran de Gihîştina destan Maçîkirina lêvan Germahiyeke bêdawî Hêstirên çavan e Ew hesret e ku Nivînan germ Bedenan rehet dike…
Eşq çi ye dosto? Eşq baweriyek e Ew bawerî ye ku Dinyayê diguherîne Civatek tê ser hişê xwe Tijî armanc dibe Di rêyeke rast de dimeşe Jiyaneke nû û azad ava dike…
Eşq çi ye dosto? Eşq hezkirina xwezayê ye Bêhnkirina kulîlkan Siya daran Temaşekirina çeman e Ew xweza ye ku Can dide mirovahiyê Rojên me ronî dike…
Eşq çi ye dosto? Eşq jiyan e Ew jiyan e ku Mirinê ji me re dide jibîrkirin Her roj Me girê dide dost û hevalan Dibe sifreya malbatekê Hembêza jinekê an jî mêrekî…
Dosto!!! Tu carî ji bîr neke Ji dilên orispîbûyî eşq Ji bedenên orispîbûyî sedeqat dernakeve Tu tu be Nekeve pey dilên orispîbûyî Encam: ezîyet û êş e Tu tu be Neçe pey bedenên orispîbûyî Encam: xapandin û derew e… Helbest:Occo Mahabad