Helbest:Occo Mahabad Xwendin:Azad Sozdar Şa be… Ez li nava evîneke bêçare mame şa be şa be te ez kirime xulamê çav û mijangên xwe qet nebe lêvên xwe yên zalim bîne qet nebe lêvên xwe yên agir û pizot bide ez gez bikim ez sor bikim wekî du ewrên hesretkêş em hev maç bikin em hev hembêz bikin wekî Adem û Hewayê sêvên qedexekirî bixwin bikevin gunehên kûr û bêdawî Bi gunehên cehenemî em hev biafirînin hev nas bikin hev bibînin Netirse Lêvên xwe bîne dibe ku em werin lenetkirin dibe ku em werin qewirandin û şewitandin ez razî me tu bi tenê lêvên xwe bide… Helbest:Occo Mahabad